• Sunday, 03 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em piştgirê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dibin

Mesrûr Barzanî: Em piştgirê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dibin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Gulana 2026an, pêşwazî li Serokwezîrê raspardayî yê Iraqê Elî Zeydî û şandeya pê re ya Çarçoveya Hevahengiyê kir. Di civînê de hewildan û gotûbêjên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de piştgiriya Herêmê ji bo pêkanîna hikûmeta nû nîşan da û ragihand: "Em piştgirê pêkanîna hikûmeta nû ne, daku pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de li ser bingeha destûrê, rêzgirtin li mafên xelkê Kurdistanê û parastina qewareya federal a Herêma Kurdistanê bi awayekî bingehîn werin çareserkirin."

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku niha "derfeteke nû" li pêş e ku kêşe bi awayekî dadperwerane û yekcarî werin çareserkirin. Herwiha tekez kir ku divê birêvebirina pêvajoya siyasî ya li Iraqê li ser sê stûnên sereke be: Hevparî, Hevsengî û Lihevhatin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê raspardayî yê Iraqê Elî Zeydî spasiya piştgiriya Mesrûr Barzanî kir û got: "Bihêzbûna Herêma Kurdistanê, bi hêzbûna hikûmeta federal e." Zeydî herwiha piştrast kir ku ew ê bi awayekî dadperwerane ligel Herêma Kurdistanê serederiyê bikin.

Elî Zeydî li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) jî derbarê civînê de zanyarî parve kirin û nivîsand: "Me ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêvajoya gotûbêjên di navbera hêzên siyasî de kir. Armanca me pêkanîna hikûmeteke niştimanî ye ku bikaribe daxwaz û xwestekên hemû pêkhateyên gelê Iraqê bi cih bîne."

Zeydî herwiha anî ziman ku di civînê de girîngiya yekxistina hewildan û dîtinan ji bo çespandina aramiyê li seranserî Iraqê hatiye gotûbêjkirin.

 

K24

Top