Artêşa Tirkiyeyê du welatiyên din yên medenî qetil kir
Li gor zaniyariyên berdest duhê êwarê balefirên şer yên Tirkiyeyê li devera Bamernê êrîşî ser du tirimîlan kiriye.
Di encama êrîşa han de ew her du tirimbîl ti temamî hatine şewitîn û du ajovanên wan tirimbîlan jî ku welatiyên sivîl bûne şehîd bûne.
Navê wan her du welatiyên medenî ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatine kuştin hatin eşkerekirin û li gor zaniyariyan yek ji wan navê xwe Dilovan Şahîn (29) û ewê din jî navê xwe Ebdulah Ehmed (42) bûye.
