• Sunday, 08 February 2026
logo

Îran – Li Kirmanê mezinekî zerdeştiyan hat kuştin

Îran – Li Kirmanê mezinekî zerdeştiyan hat kuştin
Li parêzgeha Kirman ya Îranê, mezinekî zerdeştiyan û du hevalên wî yên misilman hatin kuştin.

Li gorî medyaya Îranê, mezinê zerdeştiyan li herêma Kalîforniya ya Amerîka, Areş Kesrevî, ku çend roj berê bi du hevalên xwe yên misilman re li bajarê Kirmanê wenda bibû, kuştî hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, termên wan her sê kesan li devera Mahan ya Kirmanê hatine dîtin lê heta niha nayê zanîn çima û ji aliyê kê ve hatine kuştin.

Mezinê zerdeştiyên Îranî li Kalîforniya,ku 10 sal bûn bi malbata xwe ve li Kalîforniya dijiya, par ji bo şîna bavê xwe çûbû bajarê Kirmanê.

Areş Kesrevî sala 1967 li bajarê Kirmanê ji dayîk bibû.

Basnews
Top