• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Amerîkayê balefirek ser malekî de ket: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn

Li Amerîkayê balefirek ser malekî de ket: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
Li eyaleta Utah a Amerîkayê balefirekî biçûk ser malekî de ket xwarê û di encama wê bûyerê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li navçeya West Jordan a li eyaleta Utahê pêk hat.

Balafira ku 6 kes têde bûn li navçeya West Jordanê li ser malekî de ket.

Di bûyerê de balafirvan, jinek û zaroka 9 mehî jiyana xwe ji dest dan û jinek û 2 zarok jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve mala ku balefir di ser de ket de şewat derket. Hat zanîn xwediya malê jineke bi temen e û ew jî birîndar bûye û rewşa wê jî giran e.

Basnews
Top