Artêşa Iraqê li rojhilatê Bexdayê li hember DAIŞê dest bi operasyonekî kir
Fermandariya operasyonên hevbeş ên artêşa Iraqê beyanameyekî ragehand, îro 26.07.2020ê serê sibehê ji sê milan ango sê baskan ve li sînorê parêzgeha Diyale destpê kiriye.
Operasyon bi navê qonaxa sêyem a ‘’Pehlewanên Iraqê’’ birêve diçe û li hember çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê tê kirin, ku berdewam li wan navçeyan kiryarên terorîstî pêktînin.
Basnews
