• Sunday, 14 June 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ez keda karkerên Kurdistanê di geşepêdana aborî de bi bilindî dinirxînim

Mesrûr Barzanî: Ez keda karkerên Kurdistanê di geşepêdana aborî de bi bilindî dinirxînim

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragehand: "Ez westabdina, erk û xebata karkerên Kurdistanê di proseya avakirin û geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê de bi bilindî dinirxînim."

Naveroka peyamê wiha ye:

Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, pîrozbahiyên herî gerim li hemû karkerên Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya tendurustiyeke baş û jiyaneke aram ji bo wan dixwazim. Ez mandûbûn, erk, kar û xebata karkerên Kurdistanê di proseya avakirin, geşepêdan û vejandina aboriya Herêma Kurdistanê de pir bi bilindî dinirxînim.

Di vê boneyê de, em pêbendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên karkeran û baştirkirina şert û mercên jiyan û karkirina wan dûpat dikin.

Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz be. Hêvîdar im her dem mafên wan parastî bin û ji her cure zilm û çewsandinekê dûr bin.

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1ê Gulana 2026an

 

Basnews

Top