• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Helebçê zilamekî dawî bi jiyana xwe anî

Li Helebçê zilamekî dawî bi jiyana xwe anî
Rêveberiya polîsê parêzgeha Helebçê ragehand, hemwelatiyekî rûniştvanê Helebçê nav parka Baxê Giştî ya Helebçê de xwe xeniqandiye.

Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Helebçê Barzan Osman ji basnewsê re ragehand: ‘’Îro 26.07.2020ê serê sibehê nav parka Baxê Giştî ya Helebçê de hemwelatiyekî bi navê K.H.S yê temen 39 salî û rûniştvanê Helebçê xwe xeniqandiye.’’

Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Helebçê got: ‘’Piştî geheştina tîmên lêkolînê yên binkeyê polîsê Helebçê, termê wî ji bijîşkê dadî yê Helebçê re hat şandin û li binkeyê polîsê Helebçê dosyaya lêkolînê li ser bûyerê hat vekirin.’’

Basnews
Top