Li Serê Kaniyê dîsa teqîn qewimî – Gelek kuştî û birîndar hene
Îro danê sibê li nav bazara bajarê Serê Kaniyê de teqînek qewimî.
Li gorî agahiyan, di wê teqînê de ku tê gotin bi rêka motorsîklêteka bombekirî bûye, herî kêm 8 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.
Roja 23 vê mehê jî li Serê Kaniyê teqînek qewimîbû. Di wê teqînê de jî 5 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.
Serê Kaniyê girêdayî parêzgeha Hesekê ye lê di destê hêzên Tirkiyê de ye.
Basnews
