Elî Zeydî li gel Teyf Samî behsa dosyeya mûçeyan dike
Serokwezîrê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin , ligel wezîra darayî ya wî welatî civiya û behsa mijara mûçeyan kir.
Îro 30.04.2026ê Elî Zeydî, ku ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye spartin û erkdarkirin, ligel wezîra darayî ya Iraqê Teyf Samî civiya. Li gorî daxuyaniyeke ofîsa serokwezîrê Iraqê, di civînê de rewşa darayî ya Iraqê hatiye gotubêjkirin, bi taybetî jî dahatên darayî û dosyeya mûçeyan.
Her wiha di civînê de, behsa astengiyên li pêşiya rewşa darayî hat kirin û tekez li ser girîngiya berdewambûna li ser dosyeya piralîkirina (rengînkirina) jêderên darayî hat kirin.
Di 27ê Nîsana 2026an de, Elî Zeydî ji bo posta serokwezîrê federal hatibû spardin.
Basnews
