Rûsya: Vaksîna me di dema 10 rojan de amade be
Wezîrê Tenduristiyê Rûsyayê Mîxayîl Muraşko ragihand, ku vaksîna dijî vîrûsa koronayê, ku li Rûsyayê hatiye sazkirin, di 10 rojên pêşîn ên meha Tebaxê de dikare nasnameya xwe ya tomariyê werbigire.
Ji xwe Serokwezîrê Rûsya jî beriya rojekê li ser raporta Wezareta Berevaniyê ragihand ku ewlehiya çar vaksînên dijî vîrusa koronayê êdî hatiye selmandin.
Vîrolog Pavel Volçkov ku ew bi xwe jî di nava koma lêkolînerên vaksînan de cih digre, tekez dike ku li Rûsyayê vaksîna dijî korona vîrûsê MERS hêj di meha Şubatê te destpê kiribû, û li ser bingeha wê jî vaksîna dijî Covîd-19 hatiye sazkirin.
Pavel Volçkov, serokê Laboratuwara Endaziyariya Genomê dibêje, “Vaksîn bi rastî jî hatiye sazkirin. Vê gave ji ezmûnên pêwîst re derbaz dibe. Blokeke mezin a ezmûnên pêşîn êdî xelas bûne. Berhemdariya ezmûnên beriya klînîkî heye û ezmûnên klînîkî yên li ser dilxwazan jî pir başin. Bandorên pê re yên cidî, ne hatine tomarkirin. Lewma jî vaksîna han hêviyê dide me hemûyan. Û kesên ku pê ne ketine, dikarin li benda vaksîna xwe bin."
Vaksîna Rûsî li ser 76 dilxwazan hatiye testkirin. Nîvê wan li nexwşxaneya Burdenko ya serbazî, nîvê wan jî li nexweşxaneya Zankoya Seçeneov mehek di bin çavdêriyê de man. Pişkinînên dawî aşakere kirin, ku di laşê dilxwazan de antîkor, an ku bexşandiniya dijî Covîd-19 peyda bûye. Ev yek jî weke nîşana berhemdariya vaksînê tê qebûlkirin.
Zînaîda Markova, mamosteya dibistanê dibêje, “Gelek baş e ku vaksîn êdî peyda bûye. Kesên ku nexweşiyên xwe yên kronîkî tunene, dikarin bên vaksînkirin. Em li benda berhemînanê ne."
Aleksandr Zatulîn , karmendê dewletê , diyar dike, “Vaksîn, bi xwe vîrûse û dikare mirovê bikuje. Ez dibêjim, ezmûn û testên hêj kêm in. Divê gelek dilxwaz, bi taybetî jî ew zanyar bi xwe li ser xwe test bikin, paşê dest bi vaksînkirina gel bikin.”
Bi destpêbûna pandemiyê re awirên cîhanê vegeriyabû ser welatên Ewropa, Çîn û Amerîkayê, ku ji bo sazkirina vaksînê ketibûne pêşbaziyê. Lê Rûsya beriya hemûyan amadebûna vaksînê xwe ragihand.
Diyar e, Moskow vê yekê, weke fersendeke ji bo nîşankirina hêz û potensiyala xwe dîtiye û ew jî beşdarî pêşbaziyê bûye. Belam, şareza dibêjin, amanca siyaset û bazirganî çi dibe bila bibe, her gavekî ber bi sazkirina vaksînê dijî Covîd-19, di berjewendiya tevaya mirovatiyê de ye.
Rudaw
