• Sunday, 08 February 2026
logo

Soran Omer bi tundî êrîşî Rêwaz Fayeq kir

Soran Omer bi tundî êrîşî Rêwaz Fayeq kir
Endamê fraksiyona Komela Îslamiya Kurdistanê yê dest ji karkêşayî li Parlamentoya Kurdsitanê Soran Omer êrîş kir ser seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq.

Parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer ku ji ber çar dosyayên dadgehê, yên bêserûşûn kirina rojnamevanekî jî nav de mafê parêzbendiyê li ser hat rakirin û fermana girtinê bo hate derxistin û ji ber wê jî dest ji kar kêşa û gotarek li ser tora xwe ya civakî facebookê de belav kir.

Soran Omer di gotara xwe de bi tundî êrîş kir ser seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û ew tometbar kir û got: ‘’Di dema rakirina parêzbendiya min de tewîz ji desthilata xwe dan.’’

Soran Omer wekî ku deynê wî li ser Rêwaz Fayeq û fraksiyona YNKê hebe û di babeta rakirina parêzbendiya wî de ew deyn nedane wî dibêje: ‘’Seroka Parlamentoyê tewîz dan û ez radestî PDKê kirim û nekarî piştre sererast bike.’’ Ji ber wê jî daxwaz ji YNKê dike ku zêdetir ji fraksiyona Komel hewla ragirtinê bo rakirina parêzbendiya wî kiribû ‘’Bila heq û hesabekî li gel wê seroka parlamentoyê bikin.’’

Li hember vê nivîsê alîgirên YNKê şirove bo Soran Omer nivîsandin û bi tundî êrîşî wî kirin û wek kesekî bêwefa û durû ew pênase kirin.

Basnews
Top