• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bi hev re dikarin berevaniyê li mafên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê bikin

Mesrûr Barzanî: Bi hev re dikarin berevaniyê li mafên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê bikin
dibêje roja Goranê giringe
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber 11 saliya damezirandina Tevgera Goranê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevgera Goranê, Organîzatorkê giştî û endamên komîteya cîhbicîhkar û civata Niştimanî ya tevgera Goranê kir.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: Di 11emîn salvegera damezirandina tevgera Goranê, pîrozbahiyê li we, endam û alîgirên tevgera Goranê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Herwiha di peyamê de hatiye: Tevgera Goranê wek aliyekî girîng yê pêkhênerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, roleke wê ya diyar di tevgera siyasî ya Herêma Kurdistanê de heye.

Hêvîdar im bi hevahengî û hevkariya tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyên Herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare karnameya çaksaziyê ya giştgîr bi serkeftî bicih bike û em hemû bi hev re, parêzgariyê û berevaniyê ji mafên me yên destûrî li Iraqa federal û pêgeha siyasî ya herêma Kurdistanê bikin.

Top