PDK peyamekê arasteya Gorran dike
Deqa peyama pîrozbahîya Mekteba Sîyasî ya PDKyê:
Birêzan/ rêkxerê giştî û endamên civata giştî û nîştîmanîya Bizava Gorranê
Bi bone ya 11mîn salvergara damezirandina Bizava hewe ya têkoşer gerimtirîn pîrozbahîya xebat û milnedanê li hewe, endam û alîgirên hewe dikin.
Rola bizava hewe di evê qonaxa dijwar de, bo mukimkirina akincîyê û bihêzkirina qewareya sîyasî û destûrîya Herêmê û dezgehên rewayî yên wê û binemayên azadî û demokrasîyê nîşaneya dilsozîya hewe ye bo bidestvehînana mafên me yên hevpişk ku ev jî cihê şanazîyê ye.
Em di demekê de ku evê bîranîna hewe pîroz dikin, rewşa Herêma Kurdistanê û deverê bi qonaxeka giring û hestyar de derbaz dibe, bi awayekê kirîzeka abûrî û tenduristîyê seranserî cîhanê vegirtîye, em zêdetir tekezê li ser hev xebatî û yekrêzîyê û tevayîyê dikin bo rûbirûbûna wan qeboyan û paraztina destkevtan û rewşa akinicîya Herêma Kurdistanê û bi dest vehînana armancên nîştîmanî û neteweyîyên me.
Hêvîdarin bi hemû alîyan ve hewil bidin evê hevpeyamanîyê û hevahengîya di navbera me de, zêdtir mukim û bihêztir bikin û milbimilên partî û alîyên sîyasîyên din yên Kurdistanî kar bikin bo nehêlana astengên pêşîya çareserkirina pirsgirêk û arîşeyan û dabînkirina ayîndeyeka ronahîtir û geştir bo gelê me.
Careka dî pîrozbahîyê li hew dikin û her serfiraz û serkevtî bin…
Mekteba Sîyasî
Partîya Demokrata Kurdistanê
25/7/2020
