• Sunday, 08 February 2026
logo

PDK peyamekê arasteya Gorran dike

PDK peyamekê arasteya Gorran dike
Mekteba siyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi bone ya 11mîn salvegera damezirandina Bizava Gorranê, peyamek arasteya wê bizavê kir û radigehîne, rola Bizava we di evê qonaxa dijwar de, bo mukimkirina akincî û bihêzkirina qewareya sîyasî û destûrîya Herêmê û dezgehên rewayî yên wê û binemayên azadîyê nîşaneya dilsozîya we ye.

Deqa peyama pîrozbahîya Mekteba Sîyasî ya PDKyê:

Birêzan/ rêkxerê giştî û endamên civata giştî û nîştîmanîya Bizava Gorranê

Bi bone ya 11mîn salvergara damezirandina Bizava hewe ya têkoşer gerimtirîn pîrozbahîya xebat û milnedanê li hewe, endam û alîgirên hewe dikin.

Rola bizava hewe di evê qonaxa dijwar de, bo mukimkirina akincîyê û bihêzkirina qewareya sîyasî û destûrîya Herêmê û dezgehên rewayî yên wê û binemayên azadî û demokrasîyê nîşaneya dilsozîya hewe ye bo bidestvehînana mafên me yên hevpişk ku ev jî cihê şanazîyê ye.

Em di demekê de ku evê bîranîna hewe pîroz dikin, rewşa Herêma Kurdistanê û deverê bi qonaxeka giring û hestyar de derbaz dibe, bi awayekê kirîzeka abûrî û tenduristîyê seranserî cîhanê vegirtîye, em zêdetir tekezê li ser hev xebatî û yekrêzîyê û tevayîyê dikin bo rûbirûbûna wan qeboyan û paraztina destkevtan û rewşa akinicîya Herêma Kurdistanê û bi dest vehînana armancên nîştîmanî û neteweyîyên me.

Hêvîdarin bi hemû alîyan ve hewil bidin evê hevpeyamanîyê û hevahengîya di navbera me de, zêdtir mukim û bihêztir bikin û milbimilên partî û alîyên sîyasîyên din yên Kurdistanî kar bikin bo nehêlana astengên pêşîya çareserkirina pirsgirêk û arîşeyan û dabînkirina ayîndeyeka ronahîtir û geştir bo gelê me.

Careka dî pîrozbahîyê li hew dikin û her serfiraz û serkevtî bin…



Mekteba Sîyasî

Partîya Demokrata Kurdistanê
25/7/2020
Top