• Friday, 01 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Farûq Refîq re dixwaze

Gulan Media April 29, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Farûq Refîq re dixwaze

 Serokê Hikûmetê Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbata nivîskar û hizirmendê Kurd Farûq Refîq re dixwaze, ku îro li Hewlêrê koça dawiyê kiriye. Serokê Hikûmetê di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbat û hevalên wî nîşan da.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28.04.2026, peyamek belav kir û tê de ragihand: "Ji bo koça dawiyê ya hizirmend û nivîskarê naskirî yê Kurd Farûq Refîq, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar, dost û hevalên wî re dixwazim û ez hevbeşê xema wan im."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: "Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şad bike û sebir û hedarê bide malbata wî jî."

Farûq Refîq nivîskar û rewşenbîrekî navdar ê Kurd bû, îro 28ê Nîsana 2026ê li mala xwe li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.

 

 Basnews

Top