• Wednesday, 29 April 2026
logo

Balyozxaneya Amerîkayê li ser raspardina Elî Zeydî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê yekem peyama xwe belav kir

Gulan Media April 29, 2026 Nûçe
Balyozxaneya Amerîkayê li ser raspardina Elî Zeydî ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê yekem peyama xwe belav kir

Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, derbarê raspardina Elî Zeydî bo posta Serokwezîrê pêşerojê yê Iraqê ragehand, ku ew hêviya serkeftinê ji bo serokwezîrê raspardî dixwazin di dema karê wî yê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de.

Îro 29.04.2026, Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragehand: "Nûnertiya dîplomasî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Iraqê hêviya herî baş ji bo Serokwezîrê raspardî Elî Zeydî dixwaze, di dema karê wî yê ji bo pêkanîna hikûmeteke ku bikaribe daxwazên hemû welatiyên Iraqê ji bo paşerojeke geştir û aramtir bi cih bîne."

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye eşkere kirin: "Em piştgiriya xelkê Iraqê dikin di xwesteka wan a ji bo armancên hevbeş ên parastina serweriya Iraqê û cîbicîkirina ewlehiyeke ku dûrî terorê be. Herwiha em piştgiriya avakirina paşerojeke bi firehî dikin ku bibe sedema berjewendiyên berçav ji bo welatiyên Amerîkî û Iraqî."

 

Basnews

Top