Çalakvana Almanî ya revandî hat rizgarkirin
Lîwa Yehya Resûl di twittekê de nûçeya rizgarkirina wê çalakvana Almanî ragihandiye, lê belê zanyarî û hûrgiliyên bêtir derbarê vê yekê de belav nekiriye.
Yehya Resûl ragihandiye: “Hêzên ewlehiyê çalakvana Almanî Hella Mewis rizgar kirin.”
Balyozxaneya Almanyayê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.
Çalakvana Almanî Hella Mewis êvara Duşemê 20ê Tîrmeha 2020 li Bexdayê hat revandin.
Polîsê Bexdayê têkildarî bûyerê de ragihandibû, êvara Duşemê Seroka Beşa Kulturî li Peymangeha Goethe ya li Bexdayê Hella Mewis hat revandin û heta niha jî zelal nîne kê û çima ew çalakvan revandiye.
Bi gotina Polîsê Bexdayê, Mewis li nêzîk Peymangeha Goethe li cadeya Ebû Newas ji aliyê çend kesan ve hatiye revandin, lê heta niha ew kes nehatine naskirin ka kê ne.
Wezîrê Derve yê Almanyayê, Heiko Maas piştî bûyera revandinê weke bertek gotibû, Wezareta Derve tîmeke taybet ji bo serederîkirina li gel bûyera revandina wê çalakvana Almanî pêk aniye.
Hella Mewis ji bilî ku Seroka Beşa Kulturî ya Peymangeha Gotte ya Almanî li Bexdayê bû, hevdem çalakvan bû jî û piştgirî li gencên Iraqê dikir.
Peymangeha Goethe peymangeheke kulturî ya Almanî ye ku li 159 ofîsên wê li 98 welatan hene.
Rudaw
