• Sunday, 08 February 2026
logo

Nîyozlenda mafê penaberîyê dide nivîskarê Kurdê Behroz Buçanî

Nîyozlenda mafê penaberîyê dide nivîskarê Kurdê Behroz Buçanî
Desthelatdarên Nîyozlendayê ragehandin, Rewşa Penaberîyê li Nîwzlenda dane nivîskarê Kurd yê Rojhelata Kurdistanê Behroz Buçanî, ku di ordîgehekê de, li giraveka beranber beravên Ûstiralyayê, bo dema 6 salan hatibû desteserkirin.

Buçanî, berî 8 mehan gehiştibû Nîyozlenda daku behsa mihercaneka Toreyî bike, herçende vîza serdana wî temam bibû, lê ew li herêma Kiraysçêrç ma.

Ajansa Royterz ji zardevê rêvebera xizmetên koç û koçberan li rêveberîya koçberên Nîyozlendayê, Fiyona Waytrîdc veguhaztîye, Îtiraf bi Buçanî hat kirin wek penaber li gor rêkkevtina 1951 a girêdayî bi rewşa penaberan û pirotokola wê ya sala 1967.

Waytrêdc got jî: Bi sedemên girêdayî bi yasa û taybetmendîyê, rêveberîya koçberan li Niyozlende nekare ti zanyarîyên din bide.

Buçanî, yekser bersiva wan nameyan neda ku dixwaztin axivtinekê li ser evê yekê bike, lê demek berê, li gel rojnameya Gardîyan axivtibû û gotibû: Ez gelek dilxweşim ku li beranber hebûna hinek yeqînê derbarê ayêndeya min û di dawîyê de hest bi tenahîyê û aramîyê dikim.

Buçanî li sala 2013yê li girava Manûs li Babwa Gînya ya nû hate desteserkirin dema bi belemeka penaberan berv Ûstiralya diçû li sala 2013.

Buçanî rexnevanekê diyar bû li yasa ya tund a koçberîyê li Ûstiralya birexneyên xwe li reftarên desthelatê li gel kesên daxaza penaberîyê dikin,

Geşta xwe û kawdanên desteserkirina xwe di pirtûkekê de nivîsandin bi navê, (Ti heval nîne ji bilî çîyayan), ku li ser telefona xwe nivîsî bû û bi rêya Watsapê hat şandin bo weşankarekê Ûstiralya.

Nivîskar Bocanî, bi wê pertûkê, yek ji baştirîn xelatên toreyî yên ev sal bi dest xwe ve hîna li Ûstiralya.

K24
Top