• Tuesday, 28 April 2026
logo

New York Times: Trump dixwaze dîsa dest bi şer bike

Gulan Media April 28, 2026 Nûçe
New York Times: Trump dixwaze dîsa dest bi şer bike

Rojnameya “New York Times”ê eşkere kir ku Donald Trump pêşniyareke Îranê li ser vekirina Tengava Hurmizê red kiriye. Ji ber ku Tehran amade nîne pîtandina uranyumê rawestîne, Trump ferman daye Pentagon û îdareya xwe ku ji bo senaryoya şer amade bin.

Rojnameya "New York Times"ê îro (Sêşem, 28ê Nîsana 2026ê) li ser zarê du berpirsên pilebilind ên Amerîkayê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump nerazîbûna xwe li dijî pêşniyareke nû ya Îranê nîşan daye.

Li gorî eynî çavkaniyê, piştî ku pêşniyara Tehranê bi rêya Pakistanê gihîştiye Waşintonê, ji ber nebûna tu xalan li ser rawestandina pîtandina uranyumê û çarenivîsa uranyuma pîtandî ji aliyê Tehranê ve, Trump ferman daye îdareya xwe ku ji bo hemî senaryoyan amade bin. Çavkaniyan da zanîn ku li ba Serokê Amerîkayê destpêkirina şer li dijî Îranê "îhtîmaleke bihêz e".

Wê çavkaniyê ron jî kir ku pêşniyara nû ya Îranê behsa vekirina Tengava Hurmizê û rakirina dorpêçan kiriye, lê mijara pîtandina uranyumê piştguh kiriye. Ev pirs jî xala sereke ya duberekiyên di navbera her du welatan e, lewma Waşintonê pêşniyara wê red kiriye û daxwaza amadekariyan ji bo şer dike.

Ev jî di demekê de ye ku duhî (Duşem, 27ê Nîsana 2026ê) Trump serperiştiya civîneke taybet û berfireh a îdareya xwe li ser şerê Îranê kir. Di wê civînê de, pêşniyara nû ya Îranê hat nîqaşkirin, ku ji aliyê navbeynkarên Pakistanê ve hatibû şandin.

Biryar bû ku heftiya borî gera duyê ya danûstandinên Amerîka û Îranê li Îslamabadê bi rê ve biçe, lê Tehran amade nebû ku ligel berpirsên Amerîkayî bicive. Trump jî serdana şanda danûstandinan a Amerîkayê ji bo Pakistanê hilweşand.

 

K24

Top