• Thursday, 07 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Elî El-Zeydî kir

Gulan Media April 28, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Elî El-Zeydî kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser tora civakî ya X peyamek belav kir û tê de hatiye ragihandin:


"Di peywendiyeke telefonî de, me pîrozbahî li birêz Elî El-Zeydî kir bi helkefta raspardina wî ji bo posta Serokwezîrê Federal."

Her wiha dibêje: "Me hêviya serkeftinê di erka wî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal de ji bo wî xwest û me piştgiriya xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê nîşan da. Em hêvîdar in ku serdemeke tijî aştî û aramî li Iraqê dest pê bike."

 

Basnews

Top