Parêzgarê Duhokê pêkanîna 28 projeyan pesend kir
Parêzgarê Duhokê diyar kir ku îro razîbûn li ser çêkirina 28 projeyên veberhênan û pîşesaziyê hatiye kirin.
Parêzgarê parêzgeha Duhokê Elî Teter ragehand ku ew li ser projeyên xizmetguzarî û pêşvebirina sektora pîşesaziyê û veberhênan berdewamin û hêsankarî û rêkarên yasayî û rêveberî ji bo xwedan projeyan bi armanca bi cîhanînê û zedetir xizmetkirina welatiyan û di wê çarçoveyê de li gor rênimayan rizamendî li ser bicîhanîna 28 projeyên cuda cuda de hatine kirin.
Herwaha parêzgarê Duhokê got, 20 proje di sektora veberhênanê da û 8 proje di sektora geşepêdana pîşesaziyê de razîbûn li ser hate kirin.
Basnews
