Li Rojavayê Kurdistanê îro 4 kes bi Koronayê ketin
Şaneya Kirîzê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê konferanseke rojnamevanî saz kir. Di vê konferansa rojnamevanî de, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ragihand, îro encamên testên 10 kesan diyar bûn û li gor encaman, 4 kes li deverên Herêma Cizîrê bi koronavîrusê ketine.
Ciwan Mistefa diyar kir, 3 kes ji wan pêketiyên jin û yek jê zilam e, herwiha 3 kes ji Qamişloyê ne kesê din jî ji Hesekê ye.
Li ser wê Ciwan Mistefa bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparatinê bigirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku şaneya krîzê dê tevahiya tedbîrên pêwîst werbigire, da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiya koronayê li herêmê bigire.
Ciwan Mistefa destnîşan kir, bi tomarkirina rewşên nû yên tûşbûna bi koronayê, ew niha derbasî qonaxeke nû bûne û Şaneya Kirîzê dê di demeke nêzîk de tedbîrên nû yên xweparastinê ragihîne.
Bi rewşên nû yên ku îro li navçeyên Rêveberiya Xweser hatin tomarkirin, hejmara pêketiyên koronayê li Rojavayê Kurdistanê bo 6 kesan bilind bû.
Rudaw
