Li Herêma Kurdistanê 11 kes bi Koronayê mirin
Di daxuyaniyekê de ku duh bi şev 23ê Tîrmehê belav kiriye, Wezareta Tendirstiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di nava 24 demjimêran de 2 hezar û 227 pişkinînên taybet bi Koronayê li herêmê hatine encamdan, ku li gor encamên wan pişkinînan, 245 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine.
Ji wan 245 kesan, 101 kes li Hewlêrê, 74 li Silêmaniyê, 21 li Raperîn, 32 li Germiyan, 3 li Duhokê û 14 jî li Helebceyê ne.
Wezareta Tendirustiyê da xuyakirin, di nava rojekê de 11 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan ku 8 ji wan li Silêmaniyê, 2 li Germiyanê û kesek jî li Hewlêrê ne.
Derbarê amarên başûbuyan de, wezaretê ragihand ku herî dawî 159 kes ji pêketiyan bi temamî ji wê vîrusê xilas bûne û baş bûne, ku 114 kes ji wan li Hewlêrê, 16 kes li Germiyanê, 7 kes li Duhokê û 22 kes jî li Helebceyê bûne.
Niha li Herêma Kurdistanê 11 hezar û 816 kes bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 6 hezar û 468 kes ji wan baş bûne, lê 455 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rêjeya herî zêde ya pêketiyan û çareserkiriyên wê vîrusê li parêzgeha Silêmaniyê ye.
Rudaw
