• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 11 kes bi Koronayê mirin

Li Herêma Kurdistanê 11 kes bi Koronayê mirin
Wezareta Tendirstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên nû yên derbarê Koronayê de belav kir û li gor amaran 245 kesên din bi Koronayê ketine û 11 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyekê de ku duh bi şev 23ê Tîrmehê belav kiriye, Wezareta Tendirstiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di nava 24 demjimêran de 2 hezar û 227 pişkinînên taybet bi Koronayê li herêmê hatine encamdan, ku li gor encamên wan pişkinînan, 245 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine.

Ji wan 245 kesan, 101 kes li Hewlêrê, 74 li Silêmaniyê, 21 li Raperîn, 32 li Germiyan, 3 li Duhokê û 14 jî li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê da xuyakirin, di nava rojekê de 11 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan ku 8 ji wan li Silêmaniyê, 2 li Germiyanê û kesek jî li Hewlêrê ne.

Derbarê amarên başûbuyan de, wezaretê ragihand ku herî dawî 159 kes ji pêketiyan bi temamî ji wê vîrusê xilas bûne û baş bûne, ku 114 kes ji wan li Hewlêrê, 16 kes li Germiyanê, 7 kes li Duhokê û 22 kes jî li Helebceyê bûne.

Niha li Herêma Kurdistanê 11 hezar û 816 kes bi vîrusa COVID-19 ketine, ku 6 hezar û 468 kes ji wan baş bûne, lê 455 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rêjeya herî zêde ya pêketiyan û çareserkiriyên wê vîrusê li parêzgeha Silêmaniyê ye.

Rudaw
Top