Wezîrê Tenduristiyê bi nûnertî û spardeya Mesrûr Barzanî serdana birîndarên Kerkûkê kir
Îro duşemê 27.04.2026, Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku li ser sparde û bi nûnertiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tenduristiyê bi li gel Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê, serdana birîndarên bûyera Kerkûkê li Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Rojava ya Hewlêrê kir.
Di serdanê de, Wezîrê Tenduristiyê peyama xemxorî, hevxemî û spardeyên Mesrûr Barzanî gihand birîndaran û malbatên wan. Herwiha tekezî li ser amadehiya nexweşxaneyan bo wergirtina birîndarên din ên bûyera duh êvarê ya li Kerkûkê hat kirin, daku emelyatên pêwîst ji wan re werin kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû amadehî bo şandina tîmên tenduristiyê, dabînkirina xwîn, derman û pêwîstiyên pijîşkî hatine kirin.
Herwaha hat ragehandin, ku birîndar û kesûkarên wan spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin bo vê helwesta wî ya mirovdostane û daxwaza silametiyê bo wî kirin. Herwiha wan kêfxweşiya xwe bi wê amadebaşî, pêşwazî û xizmetguzariyên çareseriyê yên pijîşkî nîşan dan.
