• Monday, 27 April 2026
logo

DOZA GULISTANÊ - Birêvebirê Ewlehiyê îfadeyê dide

Gulan Media April 27, 2026 Nûçe
DOZA GULISTANÊ - Birêvebirê Ewlehiyê îfadeyê dide

Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê de, ji bo îfadeyê bangî Birêvebirê Ewlehiyê yê Dêrsimê yê berê Yilmaz Delen hat kirin.

Birêvebirê Ewlehiyê yê Yalovayê Yilmaz Delenê ku di salên 2019-2021ê de Birêvebêr Ewlehiyê yê Dêrsimê bû, di çarçoveya lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê de îfadeya xwe dide.

Serdozgeriya Komarê ya Erziromê wekî şahid îfadeya Yilmaz Delen werdigire û kar û barên wergirtina îfadeyê li Dadgeha Erziromê didomin.

Kî hatine girtin?

Di dosyeya Gulîstan Dokuyê de heta niha 12 kes hatine girtin.

Tuncay Sonelê parêzgarê Dêrsimê yê wê demê, kurê wî Mustafa Turkay Sonelê ku bi kuştinê tê tohmetbarkirin, gumanbarê sereke Zaynal Abarakov, dayîk û zirbavê wî polîs Engîn Yucer di nav kesên girtî de ne.

Her wiha, Birêvebirê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr, polîsê ku ji kar hatibû dûrxistin Gokhan Ertok û pasavanê parêzgar ê wê demê Şukru Erolglu jî di nav girtiyan de cih digirin.

6 sal in agahî ji Gulîstanê nayê wergirtin

Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulîstan Doku ku bi xwe ji parêzgeha Amedê bû, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li Dêrsimê winda bûbû û ji wê rojê ve ti agahî ji wê nayê wergirtin.

Malbata Gulistan Dokuyê ev 6 sal in dibêje ku keça wan hatiye kuştin.

Ew îdia dikin ku Tuncay Sonelê parêzgarê wê demê ji bo parastina kurê xwe û gumanbarên din, delîl veşartine.

Bi van girtinên dawî re, malbat û raya giştî li benda dîtina termê Gulîstanê û eşkerekirina hemû rastiyan in.

 

Rudaw

Top