Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê gulereşandina li Waşîngtonê peyamek belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyera gulereşandina li hotêla Hiltonê li Waşîngton peyamek belav kir.
Îro yekşemê 26.04.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand: "Ez bi nûçeya gulereşandina li merasîma şîva êvarê ya rojnamevanên Koşka Spî li Waşîngtonê gelekî nîgeran im û ez kêfxweş im ku Serok Trump, Xanima Yekem, Cîgirê Serok, endamên kabîneyê, rojnamevan û mêvan silamet in."
Serokê Hikûmetê herwiha dibêje: "Tundûtîjiyê di jiyana giştî de ti cihekî wê nîne."
Basnews
