• Monday, 27 April 2026
logo

QILABAN- Eşîra Mendikan ji bo dawetan biryarên nû dan

Gulan Media April 27, 2026 Nûçe
QILABAN- Eşîra Mendikan ji bo dawetan biryarên nû dan

 Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 6 gundên li herêma Mendikan ji bo kêmkirina mesrefên dawetan biryarên nû wergirtin û bi civînekê ragihandin.

Li herêma eşîra Mendikan li gundên Bêjuh, Robozikî, Gerûr, Nêrweh, Hodane û Zeviya yên Qilabanê rûspî û xelkê herêmê ji bo kêmkirina lêçûnên dawetan û hêsankirina zewaca ciwanan biryarên nû wergirtin.

Li gorî biryara ku hatiye wergirtin ji niha û pê ve divê aliyê bûkê zêdeyî 100 gram zêr nexwaze û bûk di dawetan de bûkaniya spî li xwe nekin.

Her wiha li gorî biryarê divê jin serê govendê negirin.

14 biryarên ku hatine wergirtin wiha ne:

1- Ji bo tîma sazbendan herî zêde 60 hezar lîre tê dayîn.

2- Ji bo kameravan herî zêde 30 hezar lîre tê dayîn.

3- Bûk di dawetê de bûkaniyê li xwe nake.

4- Di dawetan de li pişt bûk û zava platform nayê danîn.

5- Li gel bûkê ji aliyê zava û bûkê ve herî zêde 3 kes dikarin biçin kuafor.

6- Dema xwazginiyê şîranî nayê birin.

7- Kesê ji derve tê nikare li gund li gel sazbendan hineyê bike.

8- Li gundan (Herêma Mendikan) diyariya zava di nav zerfê de tê dayîn.

9- Ji bo dawetê herî zêde 100 gram zêr tê kirîn.

10- Li gel xwazginiyan sazbend naçin mala bûkê.

11- Ji bo tomarkirina dîmenan herî zêde 3 kes dikarin biçin.

12- Di dawetan de divê kesek li hember bûk û zava nereqise (govendê negerîne).

13- Divê jin serê govendê negirin.

14- Berî dawetê di bin navê kelûpelên nîşanê de tiştek nayê kirîn.

 

Rudaw

Top