KERKÛK - Parêzgarê nû yê Tirkmen desthilatên alîkarê xwe yê Kurd jê standin
Li Kerkûkê piştî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) parêzgarî radestî Tirkmenan kir, Parêzgarê nû Mihemed Saman Axa tenê çend rojan piştî destbikaribûna xwe biryarnameyek weşand û du desthilatên sereke yên alîkarê xwe jê standin.
Bi biryarnameya parêzgarê nû yê Tirkmen "Daîreya Kar û Barên Emlak û Welatîbûnê" û "Daîreya Destûrên Ewlehiyê" careke din bi postê parêzgariyê ve tên girêdan.
Her du daîreyên ku berê di bin desthilata alîkarê parêzgar de bûn, dê ji niha û pê ve rasterast rapora xwe bidin parêzgarê nû.
Li gorî belgeya fermî ya 23yê Nîsanê ku Rûdawê ew bi dest xistiye, ev biryar ji gelek saziyên dewletê re û her wiha ji postê alîkarê parêzgar re jî hatiye şandin.
Li gorî Qanûna Encumenên Parêzgehan a Îraqê, parêzgar xwedî wê desthilatê ne ku desthilatên îdarî dewrî alîkarê xwe bikin an jî ji wan bi paş ve bistînin.
Du berpirsên birêvebiriya xwecihî ya Kerkûkê ku nexwestin navên wan werin eşkerekirin, ji Rûdawê re dan zanîn ku berî Mihemed Saman Axa di 16ê Nîsanê de dest bi kar bike, ev daîre ji aliyê alîkarê parêzgar ve dihatin birêvebirin.
Parêzgarê nû Mihemed Saman Axa ku Serokê Eniya Tirkmenî ya Îraqê ye, hat şûna parêzgarê berê yê Kurd Rêbiwar Taha.
Rêbiwar Taha niha wekî alîkarê parêzgar kar dike.
Di destpêkê de cuda axivîbû
Ev pêngav, bi daxuyaniyên berê yên Mihemed Saman Axa re nakok e.
Wî berê tekezî li ser birêveberiyeke piralî dikir.
Mihemed Saman Axa piştî hatibû hilbijartin gotibû, "Li Kerkûkê bêyî şêwirmediya alîkaran re ti biryar nayê dayîn."
Wî her wiha anîbû zimên, "Em dê tenê ji bo etnîk an jî partiyekê kar nekin."
Parêzgar bi çend zimanan bangî welatiyên Kerkûkê kiribû û bi van gotinan bal kişandibû ser yekîtiya di birêvebiriya parêzgehê de û gotibû:
"Birêz Rêbiwar Taha, Birêz Îbrahîm Temîm em hemû Kerkûkî ne. Cudahî di navbera me de nîne. Em dê bi hev re xizmeta Kerkûkê bikin."
Destnîşankirina Mihemed Saman Axa xwedî girîngiyeke taybet e.
Ev cara ewil e ku piştî zêdetirî sedsalekê li Kerkûkê kesekî Tirkmen dibe parêzgar.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ev biryar red kiribû û ew nas nekiribû.
PDKyê nerazîbûn nîşan dabû ku YNKyê piştî dan û standinên girtî yên di dema hilbijartina serokkomarê Îraqê de, Parêzgariya Kerkûkê ku Kurdan di hilbijartinan de bi dest xistibû radestî Tirkmenan kir.
Divê were gotin ku Tirkmen di Encumena Parêzgehê de tenê xwediyê 2 kursiyan in.
Rudaw
