• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Derve yê Finlandayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Derve yê Finlandayê rewşa herêmê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto kir.

Di civînê de, rewşa Iraq, navçeyê û pêwendiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Finlandayê hatin guftûgokirin.

Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto amadehiya welatê xwe bo berdewamiya hevkariya bi Pêşmerge re derbirî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo rûbirûbûna DAIŞê.

Herwiha Pekka Olavi Haavisto da zanîn webirhênerên Finlandayê han didin, ji bo webirhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser çaksaziya îdarî û darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî di berfirehkirina jêderên dahatê û girîngîdana zêdetir bi kartên çandinî û pîşesaziyê.

Di berdewamiyê jî de Barzanî pêşwazî li pêngavên vekirina Konsolxaneya Finlandayê li Hewlêrê û girîngîpêdana bi pêwendiyên me yên aboriyê û sûdwergirtin ji şareza û pisporên Finlandî dikin, bi taybetî di warê aboriyê de.
Top