• Monday, 27 April 2026
logo

Şêx Zeydo Baedrî: Proseya erebkirinê li Şingalê ji sala 1975an ve heta niha berdewam e

Gulan Media April 26, 2026 Nûçe
Şêx Zeydo Baedrî: Proseya erebkirinê li Şingalê ji sala 1975an ve heta niha berdewam e

Siyasetmedarê êzidî Şêx Zeydo Baedrî ji BasNewsê re diyar kir ku hikûmeta Iraqê û desthilatdariya Nînowayê, heta niha navên bajarokên Şingalê yên ku ji sala 1975an ve hatine erebkirin û hinek navên erebî li ser deverên êzidiyan hatibûn sepandin, hîn jî Bexdayê rast nekrine.

Şêx Zeydo Baedrî da zanîn ku navên wekî Xanesor, Girzerik û Dugir navên kurdî ne, lê mixabin heta niha Iraq di nav nivîsar û karûbarên xwe yên îdarî de navên erebî bi kar tîne, wekî Qadisiye, Endelus, Cezîre û çendîn navên din ên erebî.

 

Her wiha got, ev hemû navên hatine erebîkirin û rastî zordariyê hatine li dijî êzidiyan hatine bikaranîn. Bexdayê ji sala 1975an ve ji bo erebkirina Şingalê kar kiriye û heta niha ev prose berdewam e. Tevî nemana rejîma rûxandî ya Iraqê di sala 2003an de, hîn jî Iraq amade nîne navên kurdî li ser bajarok û deverên Şingalê deyne.

Basnews

Top