Wezîrê Derve yê Finlandayê serdana Hewlêrê dike
Wezîrê Derve yê Finlandayê Pekka Olavi Haavisto şeva bûrî gihîşt Iraqê û îro bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re dicive.
Li gor zanyariyên K24ê, piştî civînên wî yên li Bexdayê, Wezîrê Derve yê Finlendayê îro serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên plebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.
Her çend e naveroka babetên civînên wî bi berpirsên Iraqê re nehatine aşkerekirin, lê Wezîrê Derve yê Finlandayê berî çend roja bi Balyozê Iraqê li Helsinki re civiyabû.
Li gor daxuyaniyeke Balyozxaneya Iraqê li Helsinki, di civînê de biyara Parlemana Iraqê ya derkirina hemû hêzên biyanî ji Iraqê hat guftûgokirin.
Biryar e jî Wezîrê Derve yê Finlandayê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re, bihêzkirina pêwendiyên dualî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê rûbirûbûna vîrusa Koronayê de guftûgoyan bike.
K24
