• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Efrînê pîrejineke Kurd bi guleya çekdaran hat kuştin

Li Efrînê pîrejineke Kurd bi guleya çekdaran hat kuştin
Pîrejineke Kurd di encama şerê di navbera grûpên çekdar ên Efrînê dagîr kirine de şehîd bû.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpên ser bi artêşa Tirkiyê ve duhî li nava Efrînê li ser destdanîna ser mal û dukanên Kurdên Efrînê şer kirin û çekên sivik û mamnavend jî bikar anîn.

Wî jêderî da zanîn, di encama teqekirin û guleberdana di nava taxên sivîlan de, pîrejina binavê Sebîhe Sîdo Sadiq ya 60 salî hate kuştin û neviyê wê Ciwan Omer jî birîndar bû.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2018an de, grûpên çekdaran destê xwe danîne ser gelek mal û milkên Kurdan û gelek caran jî li ser dizî, talan û destdanîn ser malan, şer di navbera wan bixwe de derdikeve û Kurdên Efrînê yên sivîl dibin qurbanî.

K24
Top