Termên 561 şehîdên Êzîdî li Bexdayê mane û nasnameya wan nehatiye eşkere kirin
Rêxistina Petrikor a Mafên Mirovan li Şingalê ji BasNewsê re diyar kir ku xelkê Şingalê di nav bêhêvîtiyê de li benda çarenivîsa termên qurbaniyên jenosîda Şingalê ne. Hat ragihandin ku heta niha 857 term ji gorên bikom hatine derxistin; ji wan nasnameya 296 terman hatiye eşkere kirin û radestî malbatên wan hatine kirin, lê hîn 561 term li Dadpizişkî ya Bexdayê mane û nasnameya wan nehatiye naskirin.
Berpirsê Rêxistina Petrikor a Mafên Mirovan li Şingalê, Xeyrî Elî ji BasNewsê re ragihand: "Piştî derbasbûna çend salan ku terorîstên DAIŞê di sala 2014an de hejmareke zêde ya xelkê Şingalê di gorên bikom de gulebaran kirin, hîn jî termên gelek kesan nehatine derxistin û di bin axê de mane."
Berî çend rojan termên çar Êzîdiyên din ji bo Bijîşkî ya Dadê li Bexdayê hatin şandin. Tevî ku 12 sal di ser karesata Şingalê re derbas dibin, hîn jî termên xelkê Şingalê tên dîtin û derxistin.
Ji aliyê xwe ve, endamê Parlamentoya Iraqê Xalid Seydo diyar kir ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi fermî Komîsyona Tenduristiyê raspardiye da ku lêkolîn û dûvçûnê li ser dosyaya termên qurbaniyên Êzîdî bike. Bi taybetî bal hat kişandin ser wan termên ku ev çend sal in di nav sarincên Dadpizişkî ya Bexdayê de mane û heta niha çarenivîsa wan nehatiye diyarkirin.
Basnews
