• Sunday, 26 April 2026
logo

Hollanda rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Gulan Media April 25, 2026 Nûçe
Hollanda rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Cîgirê Wezîrê Derve yê Hollandayê di hevdîtinekê de ligel şandeya Herêma Kurdistanê, rola Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de û pêgeha Kurdistanê di aramiya navçeyê de bilind nirxand.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizayî duh 24ê Nîsanê bi amadebûna Nûnerê Hikûmetê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî, li bajarê Laheyê serdana Wezareta Derve ya Hollandayê kir. Şandeya Kurdistanê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Hollandayê Joost Flamand ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Peywendiyên Derve, di civînê de rewşa siyasî û ewlehî ya Kurdistan, Îraq û navçeyê bi berfirehî hat gotûbêjkirin. Mijareke sereke ya hevdîtinê, êrîşên bi drone û moşekan ên li ser Herêma Kurdistanê bûn, nexasim êrîşên ku piştî ragihandina agirbestê hatine kirin. Her du aliyan bal kişandin ser bandora neyênî ya van êrîşan li ser aramî û ewlehiya herêmê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Hollandayê di civînê de pesnê qehremaniya hêzên Pêşmerge û rola Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî terorîstên DAIŞê de da. Herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di navçeyê de wekî faktorekî giring ê aramiya navçeyê û çareserkirina qeyranan tê dîtin.

Di dawiya civînê de, her du alî li ser giringiya parastina aştî û aramiya li navçeyê hevnêrîn bûn. Hollandayê careke din tekezî li ser xurtkirina peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re kir û amadehiya xwe ji bo pêşxistina hevkariyên di warên cuda de nîşan da.

 

K24

Top