• Sunday, 26 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Hacî Kerîm Seraneyî re dixwaze

Gulan Media April 25, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Hacî Kerîm Seraneyî re dixwaze

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Hacî Kerîm Seraneyî diyar kir û sersaxî ji wan re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 24ê Nîsana 2026ê), ji ber koça dawiyê ya Hacî Kerîm Seraneyî, sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re kir.

Peyama Mesrûr Barzanî:

Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û kesatiyê welatperwer ê devera Soranê Hacî Kerîm Seraneyî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.

 

K24

Top