• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê Dalya Mehmûd Mûslim de da

Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê Dalya Mehmûd Mûslim de da
Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê hûrkarîyên hatina Daliya Muslim bo Herêma Kurdistanê û bi qaçax çûna wê bo Tirkiyê û gehiştina wê bi malbata Selamî Remezan Mihemed (Selamî Yilmaz) belav dike:

Daxuyanî waha ye:

Piştî dûvçûna dezgehên ewlehîyê li ser çawanîya çûna Dalya Mehmûd Muslim bo Tirkiyê, em şîyayîn bi rêya kefîlê wê li Herêma Kurdistanê, bi navê Beyar Ehmed Seîd ku bazirganekê runiştvanê Duhoke ye, zanyarîyên zêdetir bi dest xwe bixin.

Beyar Ehmed Seîd, rûniştavanê bajarê Duhokê ye û karê bazirganîyê dike di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, çawanîya vegeryana Selamî Yelmaz û dûv re jê, çûna Dalya Mehmûd Muslim bi Tirkiyê behs dike.

Beyarî, nîzkahî û peywendî li gel malbata Selamî Yelmaz hebûye, di dema hatina Dalya Muslim bo Herêma Kurdistan, Beyar li ser daxwaza malbata Selamî Yelmaz dibe kefîlê wê û li gel Selamî Yelmaz di mala xwe de, wan dihewîne.

Piştî vegerana Selamî Yelmaz bo Tirkiyê, Dalya li mala Beyar dimîne û dûv re jî li ser daxwaza malbata Selamî Yelmaz bi rê ya qaçax wê dişîne Tirkiyê. Beyar, Dalyayê dide dest wî qaçaxçîyê malbata Selamî bo wî destnîşan kirîye û li gel wî rêkkevtine.

Piştî gehiştina Dalya bi malbata Selamî Yelmaz, wek di wêneyan de xuya dibin, peyendîya Beyar Ii gel wan berdewam dibe û malbata Selamî bi Beyar re ragehandine ku Selamî û Dalya bi selametî bi hev re gehiştine û wan xwe radestê polîsên Mêrsînê kirine û dixwazin piştî xwenasandinê bi polîsan, jîyana hevserîyê pêkbihînin û bi hev re bijîn.

Wek di wê peywendîya vîdyoyî de, diyare, Selamî bi aşkera bi Beyar Ehmed re radigehîne, ku Dalya bi rêya qaçax derbaz bûye û hatîye cem zelamê xwe û evê yekê peywendî bi ti kesê ve nîne û wê xwe radestê Tirkiyê kirîye li Mêrsîn û tenê Wî û Dalya yê ev kare encam dane.

Cihê daxyê di rojên burî de, hinek xelkî xwazt rastîyan şêlû bikin û bazirganîyên bi van mijaran bikin. Em di dmekê de, ku evan zanyarîya pêşkeş dikin dûbare jî amadeyî xwe nîşan didin bo her vekolîneka zêdetir. Hêvîdarin êdî ev mijar bo mebestên sîyasî nehên bikarhînan û dest ji jîyana civakî û taybeta Dalya Mehmûd û Selamî Yelmaz berdin.

Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê

22/7/2020

Top