• Friday, 24 April 2026
logo

Donald Trump: Ez gelek spasiya Îranê û berpirsên wê dikim ku rêz li daxwaza min girtin

Gulan Media April 24, 2026 Nûçe
Donald Trump: Ez gelek spasiya Îranê û berpirsên wê dikim ku rêz li daxwaza min girtin

 Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand, ew heşt jinên ku beşdarî xwepêşandanên Îranê bûbûn û biryar bû îşev werin darvekirin, êdî nayên kuştin. Trump derbarê mijarê de got: "Spasiya Îranê û berpirsên wê dikim ku rêz li daxwaza min girtin."

Îro çarşemê 22.04.2026, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya (Truth Social) nivîsand: "Nûçeyeke gelekî baş! Niha ez hatim agahdarkirin ku ew heşt jinên xwepêşander ên ku biryar bû îşev li Îranê werin darvekirin, êdî nayên kuştin."

Trump herwiha da zanîn ku "çar ji wan jinan dê demildest werin azadkirin û ji bo her çarên din jî cezayê mehekê zindanîkirinê hat birîn."

Donald Trump di peyama xwe de herwiha nivîsand: "Ez gelekî spasiya Îranê û berpirsên wê dikim ku wek Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêz li daxwaza min girtin û dawî li wê darvekirina plankirî anîn. Spas ji bo giringîdana we bi vê mijarê!"

 

 

 

Basnews

Top