• Friday, 24 April 2026
logo

Sami Oşana: Sizayên Amerîkayê li ser Iraqê dê rewşeke metirsîdar biafirînin

Gulan Media April 24, 2026 Nûçe
Sami Oşana: Sizayên Amerîkayê li ser Iraqê dê rewşeke metirsîdar biafirînin

 Endamekî Komîsyona Têkiliyên Derve ya Encûmena Nûneran a Iraqê diyar dike ku wekî tê behskirin, Amerîkayê komek siza li dijî Iraqê amade kiriye; heger ev siza bikevin qonaxa cîbicîkirinê, dê rewş ji bo Iraqê bibe metirsîdar.


Sami Oşana, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê ji BasNewsê re ragihand: "Çend roj in di medyaya Amerîkayê de nûçeyên cihêreng derbarê Iraqê de tên weşandin. Ji wan rojnameya (Wall Street Journal) li ser zimanê berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kiriye ku Washingtonê wekî karteke zextê li dijî komên çekdar, rê li ber veguhestina nêzîkî 500 mîlyon dolar ji dahata nefta Iraqê bo navxweyê wî welatî girtiye."

Oşana herwiha got: "Rojnameya (New York Times) jî belav kiriye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) alîkariyên darayî û hemahengiya ewlehiyê ya bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re rawestandine. Ev biryar wekî bertekekê li hember berdewamiya êrişên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên bo ser berjewendiyên Amerîkayê tê dîtin. Tişta ku cihê pirsê ye ew e ku hikûmeta Iraqê heta niha bi fermî em wekî Komîsyona Têkiliyên Derve ji vê mijarê agahdar nekirine."

Wî parlamenterî destnîşan kir: "Heger ev siza bikevin qonaxa cîbicîkirinê, dê ji bo Iraqê pir metirsîdar bin. Divê Iraq xwe ji bo rewşeke giran a darayî, hilweşîna nirxê dînara Iraqî û rawestana proseya firotina neftê amade bike. Ji ber ku pereyê firotina nefta Iraqê bi dolar e û diçe xezîneya Amerîkayê û ji wê derê dîsa ji bo Iraqê tê hinartin."

Di dawiyê de Sami Oşana got: "Divê Iraq pabendî rênimayên navdewletî be, ji ber ku bixwe endama Neteweyên Yekbûyî ye û divê her çi zûtir be rê li ber komên çekdar bigre."

 

Basnews

Top