• Sunday, 08 February 2026
logo

WHO: Heta serê sala nû bila kes li benda perpûn ango vaksena vîrusa koronayê nebe

WHO: Heta serê sala nû bila kes li benda perpûn ango vaksena vîrusa koronayê nebe
Serokê Rewşên Awarte yên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Mike Ryan dîyar kir heta serê sala nû dê derzîya vîrusa korona neyê lêxistin.

Mike Ryan ji rojnamevanan re da zanîn ku dibe ku bo karanîna perpûna vîrusa korona derengî çêbe, lê ew dixwazin ku perpûn ewle û bi bandor be.

Mike Ryan got: ‘’Berî em perpûna vîrusa korona li cîhanê bi giştî bikar bînin, divê em li xwe û komên xwe binêrin û bibêjin ku bo ew perpûn ewle û bi bandor be me hemî tedbîr sitandine.’’

Wî da zanîn ku li gor wan di serê sala nû de derzîyên vîrusa korona dê werin karanîn.

Berpirsê WHO dîyar kir ku hin perpûnên vîrusa korona derbazî testên qonaxa sêyan bûne û ew ewle û bi bandor in.

Wezîrê Tenduristiyê Amerîka Alex Azar gotibû ku wan bi Pfizerê re ser 100 mîlyon perpûna vîrusa korona peyman îmza kiriye.

Li gor peymanê, Prifezer dê di meha Berfanbarê de dest bi çêkirina wan perpûnan bike.

Basnews
Top