Erdogan stranek li ser Ayasofya belav kir ku beşek jê Kurdî ye
Erdogan li ser vîdeoya ku derbarê Ayasofyayê de li twittera xwe parve kiriye, beşek ji gotinên nav sirûdê de jî nivîsandiye ku wiha ye: "Ayasofya, bahoza azadiyê bi ser gunbed ba bike. Ji ezelê ve tu ya me yî û me jî yên te ne."
Awaz û muzîka wê sirûdê ji aliyê hunermend Yucel Arzen ve hatine danîn û bi zimanên Qirqîzî, Boşankî, Azerî, Kurdî, Erebî, Tirkî, Bengladişî û Kîswahî ji aliyê 12 hunermendan ve hatiye xwandin.
Zimanê Kîswahî zimanê fermî yê welatên Tanzanya, Kenya û Ogandayê ye û derdora 80 milyon kesî pê diaxivin. Yekîtiya Afrîqayê jî wî zimanî bi fermî nas dike.
Hunermend Ali Çakan ku 34 salî û xelkê Amedê ye, di xwandina sirûda Ayasofyayê de beşdar e û beşek ji sirûdê bi zimanê Kurdî û bi zaraveya Kurmancî dixwîne.
Di beşa Kurdî ya wê awazê de wiha tê gotin: "Em ji bo te kom bûne, em xortên çiya û çol û deryayan in. Em li benda hev in, em xewana hezretê Îbrahîm in."
Belavkirina wê sirûdê ji aliyê Erdogan ve di demekê de ye, ku biryar e sibe Înê 24ê Tîrmeha 2020 ku hevdem e li gel 98mîn salvegera peymana Lozanê, nimêja Înê li Ayasofya bihê kirin.
Roja 10ê Tîrmehê Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara xwe ya derbarê Ayasofyayê de aşkere kiribû û rê li ber îbadeta misilmanan li wê dêr-mizgefa dîrokî vekiribû, ku ji sala 1934an ve bi biryara civata wezîran a serdemê Ataturk bibû muzexane.
Dadgeha Bilind a Tirkiyê di biryara xwe de ragihandibû, “li gor seneda Weqfê, ji bilî statuya mizgeftê bikaranîn û taybetmendkirina wê ji bo her armanceke din ji aliyê hiqûqî ve ne mumkin e.”
Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyê jî ragihandiye, bi îmzeya Serokê Karûbarên Olî, Ali Erbaş û ji bo beşdariya di nimêja sibê de wan vexwandina taybet ji 500 kesan re şandiye.
Ayasofya sala 537an di sedema Imparatoriya Bizans de weke Dêra Patriyarkiya Ortuduks a Yunanî hatiye avakirin. Osmaniyan di sala 1453 de Stenbol girtin û Dêra Ayasofya guhertin û kirin mizgeft.
Rudaw
