HRW: Tirkiyê bi operasyonên xwe jiyana sivîlan xistiye metirsiyê
HRW derbarê êrîşên asmanî yên Tirkiyê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de raportek weşand.
Di raportê de behsa êrîşa Tirkiyê ya li Kune Masiyê û herwiha Şêladzê tê kirin, xwe de HRW amaje bi êrîşa Tirkiyê ya li navçeya geştyarî ya Kune Masiyê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê dike û dibêje, di wê êrîşê de welatiyêên sivîl birîndar bûne.
Di raportê de wiha hatiye gotin: “Di êrîşa 25ê Hezîrana îsal de endamekî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û 3 çekdarên din jî birîndar bûn, lê heman êrîş bi kêmanî bûye sedema birîndarbûna 6 kesên din ên sivîl û wêranbûna navçeya geştyariya Kune Masî li navçeya Şarbajêr a Herêma Kurdistanê.”
Ew rêxistina navdewletî amaej bi wê yekê dike, ku Tirkiye di êrîşên asmanî yên bo ser grûpên çekdar de li Herêma Kurdistanê “nekariye rêkarên pêwîst werbigire, jibo ku qurbaniyên sivîl kêm bike.”
Lêkolînvana HRW a warê krîz û milmilaniyan, Belkis Wille ragihandiye, êrîşên asmanî yên Tirkiyê bo ser pêgehên çekdarên opozisyonê li navçeyeke geştyarî ya Herêma Kurdistanê bûne sedema birîndarbûna xelkê sivîl bi şêweyekê dijwar û egera birîndarbûna hejmareke zêdetir a xelkê sivîl bêtir bûye.
Belkis Wille daye xuyakirin: “Di operasyona Tirkiyê ya li dijî çekdarên opozisyonê li cihekî geştyarî, gelek sivîl birîndar bûn, dibû ku hejmareke zêdetir a sivîlan jî zirarê bibînin.”
Wille herwiha diyar kiriye, di demekê de ku nedibû çekdaran jiyana sivîlan xistiba metirsiyê , hevdem “pêwîst e Tirkiye hemû tedbîrên pêwîst ji bo kêmkirina metirsiyan li ser jiyana xelkê sivîl werbigre.”
Welatiyekî Kune Masiyê yê bi navê Salar Mihemed Salih ku 45 salî ye, ji HRW re ragihandiye di êrîşa roja 25ê Hezîranê de di dikana pismamê xwe Keywan Kawa Salih de ku tenê çend xûlekan ji cihê geştyariyê dûr e, bûye.
Li gor raporta HRW, derdora demjimêr 17:15 heman rojê hevjîna Salih a 30 salî Peyman Talib Tahir li gel du zarokên xwe yên 6 û 7 salî di dikanê de bûn, ku kamyoneteke bi rengê spî 20 metran dûrî dikanê disekine û kesekî sivîl ji kamyonê dadikeve û diçe dikanê û 3 kes jî li tenişt kamyonê dimînin.
Salih diyar kir, zilam hêk kirîn û bi gotina rêya me dûr e, ji Keywan xwast wan têxe di nayloneke plastîk de.
Salar Mihemed Salih ji HWR re gotiye ku wî ji şêweya axavtina wî kesî re zaniye ku ew kesekî Îranî ye û diyar kiriye, ji bilî endamên PJAKê ti kesên Îranî li deverê tune ne. Salar Mihemed Salih herwiha daye xuyakirin, ku ew dizane veşartgeheke PJAKê bi dûriya 40 kîlometran ji Kune Masiyê heye, lê belê yekem car bûye ku wî endamên PJAKê di nav gund de dîtine.
Salar ragihandiye, dema ew ji dikanê derketiye, ew kesê din ê bi cilûbergê sivîl hêj li dikanê mabû û çend xûlekan paşê di demjimêr 17:32 de wî dît ku roketek li kamyonê û roketa duyem jî li dikanê ket.
Salar tekez kiriye, di encama êrîşê de kesê ku li dikanê hêk kirîbûn, hat kuştin û 3 kesên din ên li tenişt kamyonê jî birîndar bûn.
Di şeş mehên bihorî yên îsal de, bi sedema topbaran û herwiha bombebaranên balafirên şer ên Tirkiyê û Îranê, bi sedan hektar zewî û rezên gundiyên Başûrê Kurdistanê şewitîne û zêdetirî 15 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pêştir têkildarî êrîşa Tirkiyê ya bo ser Kune Masiyê ragihandibû, di êrîşê de gerîlayeke wan hatiye kuştin û 3 gerîlayên wan jî birîndar bûne.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) herwiha amaje bi êrîşa li Şêladzê jî kiriye û diyar kiriye, 6 roj berî êrîşa li Kune Masî, di êrîşa artêşa Tirkiyê ya bo ser bajarokê Şêladzê ya ser bi qezaya Amêdiyê ya Duhokê ve, 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
HRW têkildarî wê êrîşê ku li gundê Sîda pêk hatibû, bi welatiyekî 55 salî yê bi navê Mehdî Rêkanî re axiviye û wî gotiye, “kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, karkerên înşaatê bûn.”
Mehîd Rêkanî herwiha gotiye, kurê wî yê 26 salî Azad Mehdî û du hevalên wî yên 28 salî yên bi navê Muxlis Adem û Deman Omer, roja 19ê Hezîranê ji bo pîknîkê çûbûne gundê Şajî ya ser bi Şêladzê.
Rêkanî diyar kiriye, ew bi kurê xwe re bi telefonî axivîbû û kurê wî di navbera demjimêr 10:00 ta 11:30 otomobîla xwe li derveyî gundê Sîda park kiribû.
Wî destnîşan kiriye, dema ku kurê wî û du hevalên wî ji otomobîl daketine xwarê, rasatî êrîşe asmanî hatine.
Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, gelek caran deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran an bombebaran dike.
Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyonên nû li dijî PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Heftenînê li sînorê parêzgeha Duhokê dest pê kiriye, ku heta niha berdewam e.
Di operasyonên wê dawiyê yên Tirkiyê de, li sînorê Şêladzê û Kanî Masê yên ser bi parêzgeha Duhokê ve pênc welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Tevî nerazîbûnên Iraqê û Herêma Kurdistanê, Tirkiye tekez dike heta gef û metirsiyên PKKê bo ser sînor û ewlehiya wê berdewma bin, operasyonên wan dê berdewam bin.
Rudaw
