• Sunday, 08 February 2026
logo

Li ser rêya M4 artêşa Tirk sivîl gulebaran kir

Li ser rêya M4 artêşa Tirk sivîl gulebaran kir
li ser rêya navnetewî êrîşî welatiyan hatiye kirin
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de, erebeyên sivîlan gulebaran kirin. Di encamê de, sivîlek birîndar bû.

Îro di saet 7:30`an de, li ser rêya M4 li gundê Hoşan ê di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê erebeyên sivîlan hedef girt. Di encamê de, sivîlek birîndar bû.

Li gorî agahiyan sivîlê birîndar navê xwe Ehmed Elî 25 salî ye û ji şêniyên Girê Spî ye
Top