• Sunday, 08 February 2026
logo

Daişê alaya xelafeta xwe li Dîyala hilda

Daişê alaya xelafeta xwe li Dîyala hilda
Êvarî ya evro li nêzîk gundê Şêrik a ser bi qeza ya Xaneqîn, çekdarên Daişê ala ya xelafeta xwe li nêzîk hezeka mixawîrên ser bi fewca dû ya lîwa ya dû ya supayê Îraqê hildan.

Çavkanîyek ji hêza Pêşmerge li Germesêr bi Kurdistan 24ê re ragehand, piştî ku hêza Îraqî ala ya Daişê dît, wê hêz livand. Daişê jî kemîn bo wê hêzê dana bû û bi wê sedemê jî serbazek hate kuştin û yek dî jî bi dijwarî birîndar bû.

Ev hêrişa Daişê di demekê de ye, li çend rojên burî bi serperiştî ya Mistefa Kazimî, fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Îraqê, supayê Îraqê operasyonekea berfireh li wan deveran encam dabû.

Top