• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokwezîr: Erkê me yê herî li pêş xizmet kirina kesûkarên şehîdane

Serokwezîr: Erkê me yê herî li pêş xizmet kirina kesûkarên şehîdane
dibêje destkeftiyên niha berhema xwîna şehîdanin
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Zaxoyê de li gel kesûkarên şehîdan civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsand:

Îro sêşem 21 Tîrmeha 2020an li bajarê Zaxoyê me pêşwaziya hevjîna şehîd mela Gulî û dayika sê şehîdên bi navên( Murad, Samî û Nebez) xatû Meriyem Elî Osman kir ku neviyeke vê jî yê bi navê Şeban Xelîl Elî) şehîde.

Me pirsiyara rewşa jiyana malbeta wan kir û behsa vê yekê kir ku yek ji pîwerdariyên me yên serekî xizmet kirina kesûkarên serfiraz yên şehîdane û karînên me çi bin emê hewl bidin xizmeta kesûkarên şehîdan bikin jiber ku destkeftiyên ku niha hene, berhema qurbanîdan û xwîna şehîdên me ne.
Top