Yunanistan: Divê YEyê Tirkiyê ceza bike
Navbera Tirkiyê û Yunanistanê de li ser îdîayên mafdariya çavkaniyên hîdrokarbonê nakokiyên girîng hene.
Lêbelê, tevî dijberiyên xurt yên Tirkiyê, piştî endamê YE Qibris jî dest bi hewldanên lêgerîna gaza xwezayî ya li heremên rojhilata Derya Sipî kir û ev nakokî giheştin asteke aloztir.
Hezên Deryayî yên Tirkiyê îro sêşemê jibo xebata lêkolînê ya sîsmîkî ya li herema navbera başûrê Antalya ya Tirkiyê ye û di navbera Qibris û Gîrîtê de rewşa şêwirmendiyek lêgerê ya ku wekî Navtex tê zanîn diyar kir. Ev rewş dê heya 20'ê Tebaxê bi bandor be.
Serokwezîrê Yunanî Kyriakos Mitsotakis ji Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas ku serdana Atîna dikir re got ku Tirkiyê mixabin kiryarên xwe dijminane yên dijî Yunanistanê, dijî Qibris û dijî tevahiya Yekîtiya Ewrpî, zêde dike.
"Neqaşkirina mafên serwerî yên Yunanistan û Qibrisê, neqaşkirina mafên Ewrupayê ye. Em pêşbîniya piştgiriya hevalbendên xwe dikin (ji bo cezayên li dijî Tirkiyeyê). Heya ku Tirkiyê pêkanîna vê rêyê bidomîne, cezayên li ser Tirkiyê dê bibe çareseriya tenê "
Tirkiyê dibêje ku ev di çerçova mafên wê yên serweriyê de ye û idda dike ew li heremên ku Tirkiyê wekî nava sînorên xwe yên deryayî dihesibîne de, xebatên lêgerîna çavkaniyên xwezayî dike.
Pêywendiyên di navbera Yunanistan û Tirkiyê bi dehsalan e aloz in. Di destpêka vê salê de, dema bi hezaran penaber û koçber ku Tirkiyê maldarî dikir, hewl dan ku bi zorê sînorê Yunanistan derbaz bikin, nava her du welatan de neqaşekê tund ya devkî pêk hat.
Basnews
