• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Reqayê dû şervan û şarezayekê Firansî canên xwe ji dest dan

Li Reqayê dû şervan û şarezayekê Firansî canên xwe ji dest dan
Riwangeha Sûriyê bo Mafên Mirov ragehand, dû şervanên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û hevwelatîyekê Firansayê, şareza di bwarê mîn helgirtinê de, li sinûrê Reqayê ji encama teqîna mînekê canên xwe ji dest dan.

Riwangehê xuya jî kirîye, ew bûyer li nêzîk gundê Mûwelih a ser bi nahye ya Curnîye li rojava ya Parêzgeha Reqayê rûda ye û ew qurbanêyên hanê di dema vegeryanê de bûn bo devera Tebqe.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ew mîn li ser rêya Karwana otombêlên wê tîmê hatibû danan.

Heya niha ti alîyekî berpirsyarîya xwe ji encamdana wê kiryarê ranegehandîye.
Top