• Wednesday, 22 April 2026
logo

Peyama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo salvegera derketina kovara Gulan: Kovara Gulan di temenê xwe yê tije berhem de, karî wekî karwanekî rojnamevaniyê yê pêşeng, pêgeheke hêja di nava medyaya kurdî de bigire.

Gulan Media April 22, 2026 Nûçe
Peyama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo salvegera derketina kovara Gulan: Kovara Gulan di temenê xwe yê tije berhem de, karî wekî karwanekî rojnamevaniyê yê pêşeng, pêgeheke hêja di nava medyaya kurdî de bigire.

 

Bi boneya derbasbûna 32 salan bi ser derketina kovara Gulanê, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî sernivîskar û tevahiya stafa kovara Gulanê kiriye, ku ev teksta wê ye:

Birêz: Sernivîskar û stafa nivîsînê û kadro û karmendên kovara Gulanê

Di salvegera derketina kovara Gulanê de, pîrozbahiyên herî germ arasteyî we û xwendevanên hêja dikin û destê we yê westiyayî digirin.

Kovara Gulan di temenê xwe yê tije berhem de, karî wekî karwanekî rojnamevaniyê yê pêşeng, pêgeheke hêja di nava medyaya kurdî û pirsên niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê de bigire.

Ev kovar bi pabendbûna bi etîka pîşeyî û peyrewkirina mîtodeke zanistî û akademîk, bûye navendeke girîng a diyalogê ji bo şîrovekirina babetên stratejîk. Ciyê destxweşiyê ye ku kovara Gulanê karî sînorên herêmî derbas bike û bi rêya malper û platformên xwe yên di dîjîtal medyada, dîtina siyasetmedar û akademîsyenên cîhanî ber bi nava kêşeyên rojane ve bikişîne û bîr û rayên cuda li hev bîne.

Careke din piştevaniya xwe ji bo berdewamî û geşesendina zêdetir a kovara Gulanê dûpat dikin û hêviya serkeftina berdewam ji bo we dixwazin.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê
22yê Nîsana 2026an

Top