Peyama Fazil Mîranî ji bo salvegera derketina kovara Gulan: Xisleta baş a Gulanê rêzgirtina wê ye ji xwendevanên xwe re; ji nêrîneke pak a kurdewarî û ji hingaveke kûr a mirovî, şîroveyên hûr û objektîf pêşkêş dike.
Peyama Fazil Mîranî ji bo salvegera derketina kovara Gulan: Xisleta baş a Gulanê rêzgirtina wê ye ji xwendevanên xwe re; ji nêrîneke pak a kurdewarî û ji hingaveke kûr a mirovî, şîroveyên hûr û objektîf pêşkêş dike.
Bi helkefta derbasbûna 32 salan li ser derketina kovara Gulan, birêz Fazil Mîranî, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî sernivîskar û tevahiya karmendên Gulanê kiriye, ev jî deqa wê ye:
Birêz Ferhad Mihemed, Sernivîskarê kovara Gulan
Birêz desteya nivîskaran, hemû karmendên Gulanê
Rêz û silav
Piştî derbasbûna 32 salan li ser derketina (Gulan), destpêkê wek rojnameyeke nûjen a dij-ba (unconventional) di dîroka rojnamevaniya kurdî de, piştre di forma kovareke giranbuha û xwedî peyam de, Gulan bûye organeke cihê baweriya xwendevanan. Di dirêjahiya van salan de, kovar di çendîn qonaxan de derbas bûye û di hemû qonaxan de li gorî bendewarî û daxwazên xwendevanên xwe tevgeriyaye, rêz li bendewarî û hişmendiya wan girtiye.
Di van salên dawî de, kovar bûye ew pencereya ku şîlaya ramana pak a komek nivîskar, bîrewer û akademîsyenên Kurdistanê bi xwendevanan dide naskirin. Di heman demê de, her dem dergehek bûye ji bo naskirina xwendevanan bi dîtin û nêrînên hejmareke zêde ya nivîskar, bîrewer û akademîsyenên biyanî ji welatên dûr û nêzîkî Kurdistanê.
Ev kovar, her çend şadewara peyama wê di bingeh de siyasî be jî, lê bi berdewamî qadên din jî (civakî, hunerî, werzişî, curbecur) lixwe digire. Cihê xwe ye ku em amaje bi wê yekê jî bikin ku kovar ji aliyê çap û dîzaynê ve her dem ber bi pêş ve çûye, bi awayekî ku çi ji aliyê naverokê ve û çi ji aliyê çap û dîzaynê ve, xwedî mork û stayla xwe ye. Lewma niha em dikarin bêjin (Gulan) organek e ku xwedî nasnameya xwe ya rojnamevaniyê ye.
Xisleteke baş a vê kovarê rêzgirtina wê ye ji xwendevan û hezkiriyên xwe re. Ji nêrîneke pak a kurdewarî û ji hingaveke kûr a mirovî, şîroveyên hûr û objektîf dixe ber çavan. Her dem ligel rûdanan gav avêtiye, xwedî gotar û peyameke hevseng û berpirsyar e. Van hemûyan wisa kiriye ku xwendevan bi çavê rêzê lê binêre.
Piştî derbasbûna 32 salan li ser derketina Gulanê, em bi germî destên hemû karmendên wê yên kedkar diguvêşin û hêviya geşbûn û serkeftina herdemî ji kovarê û wan re dixwazin. Serfraz û serbilind bin.
Fazil Mîranî
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî
22-04-2026
