Kazimî li Tehranê: Nahêlin ji axa Îraqê ve hêriş bo ser Îranê bihête kirin
Mistefa Kazimî got jî: Peywendîyên derve yên Îraqê li ser bingeha hevsengî û xwe dûrxistinê ji mihwerên sîyasî hatîye avakirin, lewma Îraq rê nade ji axa wê ve ti gefek berev Îranê biçe.
Mistefa Kazimî ew yek jî bi bîranî ku Îran di şerê dijî Daişê de piştîvana Îraqê bûye û got: Em qet wê piştîvanî û hevkarîya Îranê ji bîr nakin.
Di beranber de, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Ruhanî got: Di şîyana Îranê de heye ji alîyê Tenduristîyê û dermanan ve pêdivîyên Îraqê dabîn bike.
Got jî, li gel Kazimî me behsa pirsên navçeyê û belavbûna Koronayê kir û me tekez jî kirîye, ku Îran peyman dide bi hemû şîyanên xwe ve mil bi mil li gel Îraqê raweste û piştîvanîya Bexdayê bike.
K24
